Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye 2020-08-31 13:01:46 ENQERE - Rêxistinên ked û pîşeyî, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, banga tevlîbûna çalakiyên li dar bixin kirin û gotin: “Ji bo çareseriya demokratîk, pêdivî bi aştiyê heye.”    Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyî, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, banga tevlîbûna çalakiyên li dar bixin kirin.    Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) Mehmet Bozgeyîk, bal kişand ser gotinên “Em bi dijminê xuya nakê re di nava şer de ne” û wiha axivî: “Di têkoşîna bi pandemiyê re jî zimanê şer hat bikaranîn. Em hêvî dikin ku 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bibe wesîleya ku polîtîkayên şer bi dawî bibe. Ez di wê baweriyê de me ku emê karibin bi têkoşînek rêxistinkirî û bi biryardarî karibin ku aştiyê li ser vê axê daîmî bikin. Ji bo vê ez banga têkoşîneke hevpar dikim. Em welat û cîhaneke di nava aştî û demokrasiyê de dixwazin.”    ADIYAMAN: PÊDIVÎ BI AŞTIYÊ HEYE    Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman jî, diyar kir ku berî her tiştî aştî mafekê jiyaniye û wiha got: “Divê ev mafê jiyanê bê parastin. Li welat, herêm û cîhanê pêdivî bi aştiyê heye.  Dîsa li dijî tirsa şer û tundiyê ava kiriye, pêdivî bi hêviya aştiyê heye. Li welatê me gelek pêşketinên siyasî hene. Ji ber vê hîn zêdetir pêwîstî bi têkoşîna aştiyê heye. Ez bang li hemû kesên dixwazin wekhevî, azadî û edalet pêş bike dikim ku hêviyên xwe yên aştiyê mezin bikin. Heya ku em welat û cînahekê wekhev, azad û yekgirtî ava bikin, em ê tê bikoşin.”    KORAMAZ: ÇARESERIYEK DEMOKRATÎK   Serokê Lijneya Rêveber a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz ên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz jî, da zanîn ku ew ê dibin siyas şer de bikevin 1’ê Îlonê û ev bang li raya giştî kir: “Her ku şer dewan bike, wê êş û azar jî dewam bikin. Êdî hemû gel dixwazin bi hev re bijîn. Ji bo ku aştiya civakî bê avakirin, divê tavilê şer bê rawestana. Pêwîste ku di pirsgirêka kurd de şert û mercên çareseriya demokratîk bên avakirin.”   ÇERKEZOGLU: TÊKOŞÎNA HEVPAR   Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû jî, da zanîn ku herî zêde pêdiviya cîna karkeran bi welat û cîhanekê azad heye û wiha axivî: “Şer bandorekê mezin li kedkaran dike. Divê hemû kes bi hev  re li dijî polîtîkayên şer têbikoşin. Di vê demê de, ne aştî, mudaxileyên emperyalist, dagirkerî û şer pir zêde berfireh bûn. Ji bo qezenckirina aştiyê pêwîstî bi têkoşînek mezin heye.”