Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan 2020-08-20 16:05:58 AMED – Endamên Şaxa SES’ê ya Amedê, ji bo balê bikişînin şertên xwe yên zor ên xebatê û mafê xwe yên xwebûnê ji bo saetekê dev ji kar berdan û ji bo Wezareta Tenduristiyê “Qutiya bexşandinê” amade kirin.  Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, ji bo balê bikişînin ser şertên xwe yên xebatê û bi daxwaza heqdesta adîlane, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, ji bo saetekê dev ji kar berdan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.    POLIS: DENGÊ XWE LI SER MEDYA CIVAKÎ RAGIHÎNIN    Di navbera polisên ku xwestin çalakiyê assteng bikin û xebatkarên tenduristiyê de nîqaş derket. Amirekî polisan, angaşt kir ku çalakiya xebatkarên tenduristiyê li dijî qanûnan e û daxwaz kir ku çalakî li ser medya civakî bê kirin.    DENGÊ WAN NABIHÎZIN   Sekreterê Şaxa SES’ê ya Amedê Eyup Ay, diyar kir ku dengê xebatkarên tenduristiyê ji aliyê rayedaran ve nayê bihîstin û ev tişt got: “Wezaret wekî ku henekê xwe bi aqilê me bike, daxuyaniyan dide. Em vana qebûl nakin. Em ê dengê xwe bînin ziman.”   WÊ DENGÊ XWE BIDINE BIHÎSTIN   Rêvebera Şaxa SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî, diyar kir ku sozên ku destpêka pandemiyê ji xebatkarên tenduristiyê re hatine dayîn pêk nehatine û ev tişt anî ziman: “Bergiriyên ku hatine girtin bes in gelo? Desthilat mecbûr e van bergiriyan bigire. Di nav hefeteyekê de li Riha û Amedê 2 bijîkên hevalên me, teknîsyenê tenduristiyê û hevalekî me yê qadroya taşeron jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên me yên ji bo bihîstina dengê me tên astengkirin, lê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”    JI BO WEZARETÊ QUTIYA BEXŞANDINÊ DANÎN    Piştî axaftinan xebatkaran dest bi çalakiya rûniştinê kir. Xebatkaran ji bo balê bikişînin ser heqdesta kêm ku digirin jî li ser navê Wezareta Tenduristiyê “qutiya bexşandinê” danî û pereye hûr avêtin zika.