Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin 2020-08-17 09:03:16 MANÎSA – Karkerên ku li kargeha Vestelê dixebitin, diyar kirin ku mehê berdevkek digirin, karkerên ku li cem karkerên testê wan pozîtîf derketine testê wan nayên kirin û girêdayî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsê saetên wan ê xebatê jî zêde dibin.  Li Kargeha Vestelê ya Manîsayê 20 karker bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û gelek karker jÎ pê ketine. Li gel vê rewşê jî dema xebatê ya 12 saetî li kargehê didome. Karkerên ku li karkgehê dixebitin û ji bo nebûna ji nanê xwe nexwestin navê xwe bidin, qala rewaş li karkgehê kirin.    ‘BIMIRÎ JÎ DESTÛR NADIN’   Karkerekî ku 2 sal in li kargehê dixebite, diyar kir ku  di pandemiyê de gelek hevalên xwe winda kiriye û ev tişt got: “heta ku pandemî bê kontrolkirin divê kargeh girtî bimînin. Dema ku karkerekî bi nexweşiye bikeve tenê wî karkerî dibin nexweşaneyê. Ji bo karkerên din ên li balê xebitîne tu bergirî nayên girtin. Tu bimirî jî destûr nadin.”   ROJÊ 20 TIR’Î BAR DIKIN   Heman kakerî destnîşan kir ku ji ber kesên ku bi vîrûsê dikevin hejmara wan kêm dibe û li mesaiya mecbûrî ya roja yekşemê tên nivîsandin û ev tişt anî ziman: “Divê ku em di navbera 08.00’ê sibehe û 16.00’ê êvar bixebitin lê em ji 08.00’an heta 08.00’an dixebitin. Rojê nêzî 20 TIR bar bar dikin. Mehê tenê 2 berdevkan didine karkeran.”   BERGIRÎ DERENG HATIN GIRTIN   Karkerê ku 4 sal in li Vestelê dixebite û 3 zarokên wî hene jî da zanîn ku rêveberiya kargehê bergiriyan dereng girtîye û ev tişt got: “Em neçar in ku debara malbatên xwe bikin. Lê kargeh girîngiyê nade jiyana mirov. Dewlet mehek kar bida rawestandin û nexweşî paqij bûna dê gelek baş bûna. Wiha bûna belkî nexweşî biqediya. Niha test tên kirin lê li gorî gazindê test tên kirin.”    MA / Esra Solîn Dal