Li gorî TÛÎK’ê di gulanê de bêkarî kêm bûye 2020-08-10 11:25:15   ENQERE – TÛÎK’ê piştî 3 mehan daneyên bêkariyê yên meha gulanê aşkera kir. Li gel ku pêvajoya pandemiyê de gelek mirov ji kar hatin derxistin jî TÛÎK’ê rêjeya bêkariyê daxist û weke ji sedî 12,9 ragihand.   Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK), piştî 3 mehan daneyên bêkariyê yên meha gulanê aşkera kir. Li gorî daneyên ku hatine parvekirin di meha gulanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 12,9 bûye. Li gel ku ji ber pandemiyê gelek kes ji kar hatin derxistin jî TÛÎK’ê rêjeya bê kariyê li gorî heman mehê ya sala borî kêm nîşan da. Li gorî vê, li ber heman mehê ya sala borî hejmara bêkaran 331 hezar kes kêm bûne û daketiya 3 milyon û 829 hezar kesî.