‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’ 2018-01-01 09:50:49 EDENE - Serokê Komîsyona Enerjiyê yê TMMOB'ê Nadîm Bulent Damar, aşkera kir ku ceryan ne malê kesî ye, lê hikumetê wekî amûreke bazirganiyê dide xebatê û wiha got: "Tekan rêya ku pêşî li vê bigire, divê ceryan ji wê rewşa bazirganiyê bê derxistin û wekî xizmetekê bê xebitandin." Serokê Komîsyona Enerjiyê yê Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Nadîm Bulent Damar, rewşa enerjiya li Tirkiyeyê nirxand. Damar da zanîn ku di cîhana îro de ji bo mirovahî jiyanek hemdemî bijî, enerjî xala sereke ye û wiha axivî: "Em wekî TMMOB'ê enerjiyê wekî mafekî jiyanê yê mirovahiyê qebûl dikin."   'TEMÎNKIRINA ENERJIYÊ PÊKAN E'   Damar destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê mirov di warê enerjiyê de jiyaneke hemdemî derbas bikin, pêwîstî bi enerjiyeke herdemî, kalîte, zerarê nede dora xwe û hêza aboriyê nede zorê heye û wiha pê de çû: "Îro di warê enerjiyê bixin xizmeta civakê de pirsgirêk heye. Hin çavkaniyên enerjiyê li cîhanê ji ber metabûna enerjiyê bûne sedema şer. Dê ev di pêşerojê de bê çi astê ne diyar e. Ji bo ev pirsgirêk li dijî mirovahiyê nebe gefekî em di nava lêkolînan de ne."   'ENERJÎ BÛ AMÛREKÎ PIYASEYÊ'   Damar anî ziman ku çavkaniyên tav û bayê, ji bo enerjî bê nûkirin xwedî maliyeta wê kêm e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke çavkaniyên ku tên nûkirin bê zêdekirin, dê Tirkiye hêj zêdetir bigihêje aramî û paqijiyê." Damar li ser piyaseya ceryanê jî rawestiya û wiha axivî: "Bi Qanûna Piyaseyê ya Ceryanê re, pêşkêşkirina temîn û xizmetê ji xizmetê derket û veguherî amûreke piyaseyê. 16 sal e ceryanê wekî amûreke piyaseyê dixebitînin. Divê di hişmendiya qanûna xizmetê ev bê bi rêvebirin." Damar da zanîn ku fîrmayên bi vî karî re jî eleqedar dibibin enerjiyê bi hişmendiya karê dixebitînin.   'CERYAN ME MALÊ KESÎ YE'   Damar got ku ceryan ne malê kesî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ceryan xizmeteke ji bo civakê ye. Ji bo li cîhanê mirov jiyanek hemdemî derbas bikin, ev pêwîstiyeke. Divê ceryan wekî xizmeteke cemaweriyê ji bo mirovan bê sazkirin. Ne wekî amûreke bazirganiyê. Lê ceryan li Tirkiyeyê wekî amûreke bazirganiyê tê xebitandin."