Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin 2020-07-19 09:13:58   STENBOL - Pisporê Sendîkayê Alpaslan Savaş, anî ziman ku AKP bi “Paketa Îstîhdamê ya Biçûk” a ku anî Meclîsê, dixwaze karkeran heya salek din bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê bike û got: “Ev pakêt wê bibe sedama ji kar derxistina bi sedan karkeran.”   APK’ê di çarçoveya daxwazên kardêran de, bi îdîaya ku wê piştî şewbê lez bide asayîbûna di aboriyê de, “Paketa Îstîhdama Biçûk” a ku pêşkêşî Meclîsê kiribû, berî du rojan di Komîsyona Plan û Budçeyê de hat qebûlkirin. Di vê pêşnûmeya qanûna torbe de ya ku ji 10 madeyan pêk tê, wê bi mîlyonan karker mexdûr bike.    Pisporê Sendîkayê Alpaslan Savaş, ev pêşnûmeya nû ya “Paketa Îstîhdamê ya Biçûk” nirxand.    KARKER WÊ HEYA SALEK DIN BI 38 TL’AN DEBARA XWE BIKIN   Savaş, diyar kir  ku xala herî girîng a qanûnê, xala “destûra bêmûçe ye” û wiha axivî: “Bi vê xalê wê karkeran ji kar derbixin. Ji bo vê ez xal lê hatiye zêdekirin. Heya ku karkera di destûra bêmûçe de bin, wê ji Fona Sîgorteya bêmûçeyê tenê 38 TL pere bigire. Di vê pêvajoyê de, karker wê bi 38 TL’an debara xwe bikin. Vê yekê ferzî karkeran dikin. Li gorî pêvajoyên asayî, ew mafê karkeran heye ku destûra bêmûçe qebûl nekin. Lê ev maf ji destê karkeran hatiye girtin. Dema ku karker destûra bêmûçeyê qebûl nedikir, dikarî bû ku tazmîneta îxbar û qidem bigire û ji kar veqete. Di pêvajoya pandemiyê de ev pêkanîn nêzî 3 mehan bi cih hat anîn. Lê ev 3 mehin, ji bo karkeran destûra bêmûçe bi cih nayê anîn. Ji bo kardêr karkeran ceza bikin, serî li vê rêbazê dan. Karkerên ku guh nadin wan, ji bo destûra bêmûçe şandin malên wan. Ji ber vê ev pêkanîn veguherî amûrê mobbîngê. Ger ev rewş heya salek din dewam bike, wê daîmî bibe.”   MA / Kadîr Guney