Di serdema Trump de firotina çekan a Tirkiye 4 qat zêde bû 2017-09-30 12:24:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Nûrettîn Canîklî, diyar kiribû ku şîrketên DYA ambargoya çekan danîye ser Tirkiye. Lê dijberî vê yekê hikûmeta Trump diyar kir ku, li gorî sala 2016'an, DYA çar qat çek firotin Tirkiye.    Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiye Nurettin Canîklî diyar kiribû ku gelek şîrketên Alman û DYA yên çekan ambargoya çekan danîye ser Tirkiye. Lê hikûmeta Trump jî diyar kir ku di serdema wan di firotina çekan a Enqereyê rekor şikişandine.    Tedarîkvanê Amerîka, diyar kirin ku di yekemîn sala hikûmeta Donald Trump de li gorî sala 2016'an çar qat çek firotiye Tirkiye.    JI 94 MÎLYONAN DERKET 454 MÎLYON DOLAR AN   Li gorî agahiyên bi Kongreya Aremika re hat parvekirin, di 8 mehên ewil ên 2017'an de tedarîkên DYA'yê bazirganiya çekan a bi Tirkiye re 454 milyon dolar e. Bazirganiya çekan a sala 2016'an de 94 milyon bû. Di serdema Trump de firotina çekan 4 qat zêde bû.    Hat diyar kirin ku piraniya bazirganiyê alav û amûrên balafirên şer ên hewayî yên wekî F-15 û F-16'ayan in.