Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim 2020-07-16 12:19:29 MÊRDÎN – Mehmet Demîr ê li Mêrdînê 7 roj in bi daxwaza kar di greva birçîbûnê de ye got hew maye ku ew xwe bikuje. Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê welatiyê bi navê Mehmet Demîr ê 35 salî ku bavê du zarokan e 7 roj in bi daxwaza kar di greva birçîbûnê de ye. Demîr ji bûyerek edlî 6 sal û 9 meh di hepsê de dimîne û piştî tê berdan ji ber kar nabîne li malê dest bi greva birçîbûnê kir. Demîr îro çalakiya xwe veguhezt Parka Karayollari ya Mêrdînê û didomîne. Demîr ji bo çalakiya xwe daxwazname daye Baroya Mêrdînê.   Demîr diyar kir ku ew ê çalakiya xwe li Parka Karayollari dewam bike û got: “Heke ez ji greva birçîbûnê encamê negirim ez ê dest bi çalakiya rojiya mirinê bikim. Malbata min jî wê bi armanca piştevaniyê dest bi greva birçîbûnê bike. Ez dixwazim deng bidin dengê min. Daxwaza min tenê ew e ku kar bibînim. Rayedarên li Mêrdînê meseleya min pişt guh dikin. 5 meh in min kirêya xwe nedaye. Ez nikarim fatûreyên xwe razînim. Hew maye xwe bikujim."