Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin 2017-12-28 13:57:37 EDENE - Platforma Şaxan a KESK’ê ya Edeneyê, civîna çapemeniyê lidarxist û KHK şermezar kir. Platformê, diyar kir ku ewê bi hevre karê xwe yê mîna şîrê dayîkê helal û keda xwe paşve bistînin.  Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) a Edenê, bi armanca şermezarkirina OHAL û KHK’yan li avahiya Şaxa Egitîm Sena Edenê civîna çapemeniyê pêk anî. Seroka Şaxa Egîtîm Sen û Berdevka Demî yê Platforma KESK’ê Seçîl Sonmez, politîkayên AKP-MHP'ê şermezar kir û wiha got: “AKP bi KHK’an êrîşî hemû beşên civakê dike û çanda koletiyê ferz dike”  Sonmez, anî ziman ku bi du KHK’ên herî dawî hatin derxistin, 2 hezar û 756 karkerên çamawerî îxraç kirin û 144 jê endamên wane. Sonmez, da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî bê edaletiyê bidome.”  Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.